Projeya “Eko-Dıbıstan”ê

Bi projeyê xwendekar hay ji xwezayê dimînin

Projeya “Eko-Dıbıstan”ê

Li Kolika Semsûrê Dibistana Naze Bedir Metinerê, dest bi projeyekê kir. Xwandekar di çarçoveya projeyê de ji bermayiyên wekî qumaş, şîşeyên pet an jî ambalajên kevn tiştên hawirdorparêziyê çêdikin.

Ev dîmen ji kolikê li pêşdibistana Naze bedir Metinerê hatin kişandin.

Xwandekar ji bermayiyan, tiştên nû û hawirdorparêziyê çêdikin.

Dibistanê demekê beriya niha dest bi Projeya Dibistanên Hawirdorparêziyê kir û di çarçoveya projeyê de ders dan xwandekaran.

Xwandekaran piştî perwerdeyê ji bermayiyên wekî qumaş, perçeyên ambalajan an ajî şîşeyên naylon tiştên nû çêkirin û bi boyaxê bal kişandin ser parastina xwezayê.

Xwandekaran berhemên xwe kom kirin û Pêşaneya Amûrên Bermayiyan li dar xist. Di pêşaneyê de hat dîtin ku xwandekaran tiştên gelek xweşik çêkirine.

Alîkarê Midûrê Dibistanê Remezan Şen diyar kir ku bi saya projeyên wisa ji bo xweza û hawirdorê hişmendiya xwandekaran zêdetir dibe.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE