Projeya ji bo piştgiriya esnafan

Bi saya vê projeyê esnafên biçûk tên xurtkirin

Projeya ji bo piştgiriya esnafan

Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê ji bo piştgiriya esnafên Midyadê projeyeke girîng amade kir. Di çarçoveya projeyê de ji xelkê re hat gotin ku ji bo esnafên bajêr li ser piyan bisekinin divê li ba wan danûstendin bê kirin.

Zanîngeha Artûklûyê, ji bo piştgirî û xurtkirina esnafên Midyadê dest bi projeyekê kir.

Di destpêkê de ji bo tespîtkirina mexdûriyeta esnafên bajêr bi xelkê re anketek hat kirin.

Piştî anketê jî pisporan li ser problemên tespîtkirî lêkolîn kirin.

Di encamê de ji bo piştgirî û xurtkirina esnafên Midyadê hin tevdîr hatin girtin û ev tevdîr bi xelkê re jî hatin parvekirin.

Li gorî tevdîran, ji bo esnafên bajêr mexdûr nebin, divê xelk li ba wan danûstandinê bike.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE