Projeya kodkirina robotîk

Bi hezaran xwendekar kodkirina robotîk û nivîsbariyê hîn bûn.

Projeya kodkirina robotîk

Walîtiya Ağrıyê di sala 2017an de bi 75 kompîtûran projeya kodkirina robotîk da destpêkirin. Niha ji 4 hezarî zêdetir kompîtur tên bikaranîn. Bi saya vê projeyê bi hezaran xwendekar kodkirinê hîn bûn.

Li Ağrıyê di sala 2017an de bi navê “KODLAAGRI”yê projeya kodkirina robotîk hat destpêkirin.

Xwendekaran di projeya walîtiyê de projeyên wek xaniyên biaqil, pergala teqîbkirinê, kodkirinên robotîk, lîstikên mobîl û nivîsbariyê çêkirin.

Niha li 232 laboratuvarên robotîk bi 4 hezar û 362 kompîtûran xebat dewam dikin.

Xwendekar bi saya vê projeyê him kodkirinê hîn dibin him jî têra xwe kêf dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE