Li Amedê, Şaredariya Peyasê ji bo xwendekarên navçeyê bi otobusekê projeyeke taybet bi rê ve dibe. Di otobusa zanistê de ji mercek û neynikan heta mîkroskop û berçavkên taybet gelek amûrên teknolojîk û zanistî hene. Heta niha 18 hezar xwendekarî ji projeyê sûd wergirtiye.
Şaredariya Peyasa Amedê xwest ku bi projeya “Otobusa Zanistê” xwendekarên li navçeyê bi amûrên berbiçav perwerde bike.
Ji bo vê yekê jî otobuseke ku nedihat bikaranîn, kir “Otobusa Zanistê” û bi sedan amûrên zanistî û teknolojîk tê de bi cih kirin.
Otobus dibistan bi dibistan digere û amûran nîşanî xwendekaran dide.
Hat eşkerekirin ku heta niha 18 hezar xwendekarî ji projeyê îstifade kiriye.