Projeya tanka bêşifêr

Xwendekarên Wanî prototîpa tanka bêşifêr çêkirin.

Projeya tanka bêşifêr

Li Wanê, xwendekarên Lîseya Teknîk û Meslegê ya Mehmet Erdemoğluyê bi projeya xwe ya tanka bêşifêr beşdarî fuara zanistê bûn. Xwendekar plan dikin projeya xwe bi pêş bixin û alîkarıyê bidin hêzên ewlekariyê.

Xwendekarên Lîseya Teknîk û Meslegê ya Mehmet Erdemoğluyê bi piştgiriya mamosteyên xwe projeya tanka bêşifêr çêkirin.

Beriya vê di operasyonan de gelek polîs û leşker ji ber bombeyên bicihkirî di wesaîdan de şehîd ketin.

Xwendekar bi projeya xwe dixwazin ger teqînek çêbe jî zirar negihêje hêzên ewlekariyê.

Mamosteyên lîseyê dibêjin projeyên wisa ji bo pêşeroj û ewlehiya welat pir girîng in.

Niha menzîla tankê 200 metre ye. Lê xwendekar plan dikin projeya xwe pêşve bibin û alîkariyê bidin hêzên ewlekariyê.

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE