Li Colemêrgê heta niha çopên bajêr bi awayekî bêpergal dihatin depokirin. Ji ber vê yekê gelek pirsgirêk çêdibûn. Şaredariyê li geverê dest bi çêkirina tesîsa bermayiyan kir. Bi vê tesîsê pirsgirêka depokirina çopan wê safî bibe.
Li tevahiya Colemêrgê bermahî bi awayekî bêpergal dihatin depokirin.
Lewma jî xelk ji bêhna çopan aciz dibû; her wiha pirsgirêkên din jî çêdibûn.
Şaredariya Colemêrgê bi hevkariya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Yekîtiya Ewropayê, li Geverê dest bi çêkirina tesîsa bermayiyan kir.
Çopên navçeyan bi kamyonan wê bên birin tesîsê.
Bermayî di tesîsê de wê bên veqetandin û veguherandin.
Tê plankirin ku tesîs di nav salekê de were çêkirin û dest bi xizmetê bike.