Projeyeke xaza sirûştî ya alternatîf

Hoste Barış Karaca: Malek dê bi lîtreyeke neftê mehekê germ bibe…

Projeyeke xaza sirûştî ya alternatîf

Barış Karaca li Tetvana Bilîsê dijî û ev 15 sal in hosteyê ceyranê ye. Hosteyê jêhatî projeyeke xaza sirûştî ya alternatîf çêkir. Li gorî gotinên hoste; malek dê bi lîtreyeke neftê mehekê germ bibe.

2 heb qavanoz, makîneya hilmê û neft…

Hoste Barış Karaca bi derfetên xwe li ser projeyekê xebitî û pergaleke wisa çêkir ku her tişt wekî xaza sirûştî dişewite. Xaz dema dişewite germhiyê jî dide dorexên xwe.

Hosteyê jêhatî dibêje bi saya vê projeyê malek dê bi lîtreyeke neftê mehekê germ bibe.

Hosteyê dildar bang dike ku destekê bidin wî da ku projeyê mezin bike û pêşbixe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE