ROKETSAN wê Çakira moşeka seyrê ya nû ku menzîla wê ji 150 kîlomêtroyî zêdetir e û ji platformên beja, behr û asîmanî tê avêtin ji bona wezîfeyê amade bike.
Ji bona nasandina moşeka Çakirê li tesîsên ROKETSANê civîna çapemeniyê hat lidarxistin.
Di civînê da Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokomariyê Îsmaîl Demir, Serokê Lijneya Rêvebiriya ROKETSANê Faruk Yîgît, Midûrê Giştî yê ROKETSANê Murat Îkîncî û Serokê Koma Tekinîkî û Alîkarê Serokê Koma Kaleyê Osman Okyay amade bûn.
Di civînê da hat diyarkirin ROKETSANê Çakira moşeka seyrê ya nû ku menzîla wê ji 150 kîlomêtroyî zêdetir e û ji platformên beja, behr û asîmanî tê avêtin, çêkiriye.
AA