Şahiya zanistê ya xwendekaran

Li gelek bajaran xwendekaran îcadên xwe pêşan dan....

Şahiya zanistê ya xwendekaran

Çend hefte man ku dibistan tatîl bibe. Beriya vê, hefteya zanist û teknîkê hat lidarxistin. Li gelek dibistanan xwendekaran îcadên xwe pêşan dan.

Li Semsûrê xwendekarên dibistana seretayî şahiya zanistê li dar xist.

Di şahiyê de wan îcad û berhemên ku bi destê xwe çêkirin nîşanî mêvanan dan.

Bi vê şahiyê zarok destkariya xwe bi pêş dixin.

Malbatan jî eleqeyeke mezin nîşanî pêşaneyê da.

Li Qoserê jî xwendekarên lîseyê fuara zanistê ya Tûbîtakê saz kir.

Xwendekarên lîseyê îcadên curbicur çêkirin.

Çopên ku otomotîk vedibin, wesayîtên ku bi xwe disekinin û navgîna çopê…

Hemû alav jî bi kêfa wan bûn.

Li Kercosa Batmanê jî fuara 4006 a Tubîtakê hat lidarxistin.

Xwendekarên dibistana seratayî îcadên ku bi destan çêkirine li hewşa dibistanê nîşan dan.

Rayedarên perwerdeyê yên bajêr jî hatin fuarê, wan li berhemên raxistî nihêrî.

Dîroka nûkirinê: 27 Nîsan 2019, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE