Savaş Tatliyê wanî bi teknolojiyê re mijul dibe. Mucîdê 22 salî telefoneke berê wek telefona biaqil çêkir. Pişt re jî berçavkek çêkir. Dema berçavk nebe ekrana telefonê xuya nake. Mucîdê ciwan dixwaze bi vê xebata xwe tevlî teknofestê bibe.
Savaş Tatli 22 salî ye û li bajarê Wanê di dikana xwe de bi tamîra telefon û kompîtiran re mijul dibe.
Mucîdê Wanî telefoneke berê wek telefona biaqil çêkir. Pişt re jî jê re berçavkeke taybet çêkir.
Dema ku berçavk tune be ekrana telefonê xuya neke. Ji bo ku ekrana telefonê xuya bike hewce ye ku bi berçavka taybet lê binêrin.
Mucîdê ciwan dixwaze bi vê telefon û berçavkê tevlî TEKNOFESTê bibe.