Xwendekarên Muşî, ji bo kêmkırına îsrafa avê sistemeke elektronîk çêkirin. Xwendekarên li Lîseya Meslekî û Teknîkê ya saziya reqabetê bi sîstema ku çêkirin serfiyata avê %30 kêm kirin.
Ji bo av zêde îsraf nebe bi malzemeyên bermayî sîstemeke dîjîtal û elektronîk çêkirin.
Li Muşê, xwendekarên Lîseya Meslekî û Teknîkê ya Saziya Reqabetê, bi alîkariya mamosteyên xwe ji bo teserûfa avê sistemeke çêkirin.
Bi saya sîstema zarokan, ji ava ku beredayî diçe %30 teserûf tê kirin.
Rêvebirê projeyê dibêje: “Girêdana vê sîstemê gelek erzan e. Divê li hemû sazî û mekteban bê girêdan.”