Saziya Take Action Globalê ya Emerîkayê li 146 welatan projeya plana îklimê li dar xist. Di vê projeyê de Lîseya Anadolê ya Batmanê bi projeya xwe ket nav 250 dibistanên herî baş ên cihanê û xelata Şampiyoniya Îklimê qezenç kir.
Saziya Take Action Globalê ya Emerîkayê li ser îklimê projeyek amade kir.
Xebatên projeyê li 146 welatan hatin birêvebirin.
Mamoste û xwendekarên Batmanê jî tevlî projeyê bûn.
Di çarçoveya projeyê de Lîseya Anadolê ya Batmanê bi projeya Mamosteya Zimanê Îngilîzî Hatice İğsenê û 150 xwendekaran ket dereceyê.
Lîseya Anadolê bi projeya xwe li dinyayê kete nav 250 lîseyên herî baş.
Xebata Mamoste Hatice û xwendekaran a li ser plana îklimê xelata Şampiyoniya Îklimê qezenç kir.