Sextekariya li ser medyaya civakî

Bi jiyana dijîtal re sextekariya li ser medyaya civakî zêde bû.

Sextekariya li ser medyaya civakî

Her ku diçe sextekariya li ser înternetê zêde dibe. Sextekar, welatiyan li ser internetê û medyaya civakî dixapînin. Gelo ji bo mirov nekevê xefika wan divê mirov çi bike? Pisporê Ewlehiya Sîber Metin Yılmaz ji TRT Kurdi’yê re nirxand.

Xwarin, cil, pîrtûk û hemû tiştên din êdî li ser înternetê tên kirîn..

Bi pandemiyê rê jî dan û standina li ser înternetê zêdetir bû..

Bi ve rê karê sextekaran jî hesantir bû û sextekariya li ser înternetê zêde bû

Sextekar van rojan jî siteya e-dewletê taklît dikin û li ser medyaya civakî welatiyan dixapînin..

-Gelo ji bo mirov nexapînin divê mirov çi bike?

Pisporê Ewlehiya Sîber Metin Yılmaz dibeje; bêriya ku mirov li ser înternetê lînkekê bitikîne divê mirov piştrast bike ka hesabakî fermiyê an na…

Divê em peşî vê zanibin ku tu saziyên dewletê ji we, li ser internetê agahiyan naxwazin. Saziyên dewletê, tu carî li ser înternetê, agahiyên wê yên şaxsî ango agahiyên kartên wê yên banqê naxwazin. Divê hemû welatiyên ku medyaya civakî bikartînin vê zanibin. Ji bona vê dema we li ser medyaya civakî hin agahî dîtin, beriya ku hûn bitikînin pêşî piştrast bikin ka hisabekî fermî ye an na.

Herwiha Metin Yılmaz got divê mirov agahiyên xwe yên taybet li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve nekin.

Yılmaz wiha dewam kir: ‘’Dema em platmormeke medyaya civakî bi kartînin em polîtîka û peymana wê jî qebûl dikin. Ji bo vê jî divê em agahiyên xwe yên taybet û yên ku mirov naxwazê li deverên din werin parvekirin, li ser van platforman parve nekê. Lewra gelek wenê û videoyên ku em parve dikin ji aliyê hin kesên biyanî ji bo reklamê tên bikaranîn. Ji bo vê divê bi taybetî em agahiyên ku nasnameya me kifş dikin parve nekin.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE