Teknolojî bi pêş ve diçe, TRT jî ji niha ve haziriya siberojê dike. saziya me li Stenbolê forumek çêkir, projeya xwe ya teknolojiya metaverse(metavors)ê da nasîn. Serokê Ragihandinê Prof. Dr. Fahrettin Altun û midûrê giştî yê TRT'ê Prof.Dr. Mehmet Zahi̇d Sobaci tevlî forumê bûn...
TRT ji pêşveçûna teknolojiyê bêpar namîne, di warên nû yên ragihandinê de her gav xwe bi pêş dixe.
Ji bo danasîna projeya Meteverseê ya TRTê, li Stenbolê forumek hat lidarxistin.
Önümüzdeki dönemde hayatın her alanında karşılaşacağımız Metaverse dünyasında, yayıncılığın küresel ölçekte öncülüğünü yapacak #TRTMetaverse’ün temellerini bugün attık. Hayırlı olsun.
— Zahid SOBACI (@zahidsobaci) June 10, 2022
"Yayıncılığın geleceği, bugünden." pic.twitter.com/higsrN6wFT
Serokê Ragihandinê Profesor Dixtor Fexredîn Altun û Midûrê Giştî yê TRTê Mehmet Zahid Sobacı di destpêka bernameyê de axivîn.
Altun: di vê forumê de zanayên mijarê dê li ser siberoja weşangeriyê û sazkirina metaverseê biaxivin. metaverse dê bandoreke çawa li lîstikan, medya, huner û perwerdeyê bike; dê bê nirxandin. ew ê çi li van mijaran zêde bike; ew dê bê şîrovekirin.
Midûrê Giştî yê TRTê Sobacı: ji niha û şûn de metaverse wê bibe serçaviya nû; lewre ew li ser blokchain û web 3-0ê hatiye avakirin. bi şekl û awayê xwe ew ê têkeve dewsa înternetê.
Ji nav û derveyê welêt gelek kesên bi mijarê re eleqedar hatin programa TRTê.