"Simbilê Mezopotamyayê" wê were parastin û danasîna wê were kirin

"Simbilê Mezopotamyayê" wê were parastin û danasîna wê were kirin

Şaredariya Xelfetiyê wê "Simbilê Mezopotamyayê" ku tenê li kêleka Çemê Feratê hêşîn dibe, wê hilde binê parastinê.

Komîteya Kordinasyonê ya Navneteweyî ya Cittaslow di sala 2013an da Xelfetî kir nava tora "bajarên aram". Xelfetî bi malên xwe yên kevir ên dîrokî û xweşikahiya xwe ya siruştî wekî "bihuşta veşartî" ya herêmê tê binavkirin.

Her demsal bi hezaran kes Xelfetiyê ziyaret dikin. Li navçeyê gula reş û kesk ku bi awayekî siruştî hêşîn dibin û simbila Mezopotamyayê jî hêşîn dibe.

Cara ewil di sala 1888an da Paul Sintenisê eczakar û berhevkarê nebatan simbil li Xelfetiyê berhev kir, di sala 1977an da lêkolînerekî biyanî yê bi navê "Speta" ev nebat bi alema zanistê da naskirin. Di sala 2004ê da jî Serokê Beşa Biyolojiyê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Hasan Akan li herêmekê 116 sal şûnda cardin tesbît kir.

Ev simbil bûye mijara helbestên edebiyata klasîk jî û biharê li kêm deran hêşîn dibe. Şaredariya Xelfetiyê wê hilde binê parastinê û bide nasandin.

Şaredarê Xelfetiyê Şeref Albayrak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, Xelfetî bi nebatên endemîk ên wekî gula reş û gula kesk va balê dikişîne.

Albayrak daxuyand ku simbila Mezopotamyayê li dinyayê tenê li Xelfetiyê hêşîn dibe û wiha dewam kir, "Ji bo ku em balê bikişînin ser simbila Mezopotamyayê, me meha çûyî Mihrîcana Bêhnê li dar xist. Ji bo ku simbil were parastin me xebat da destpêkirin. Me serlêdan kir ku were tescîlkirin jî."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE