Taybetiya nû ya Whatsappê

Dê were zanîn ku peyam çend caran hatiye parvekirin

Taybetiya nû ya Whatsappê

Sepana peyaman a telefonê Whatsapp roj bi roj nûjentir dibe. Bernameyê di sedsala 21an de cihê SMS’ê girt, niha jî bi taybetiyeke nû rojane bû. Li gorî guhertina nû çend caran peyam hatibe parvekirin bername dê nîşan bide.

Aplîkasyona peymanşandinê Whatsapp îro bi guhertineke nû rojane bû.

Armanc ew e ku hejmara parvekirinan hesab bike û bide zanîn ku îdîa an jî nûçe çend caran hatiye parvekirin.

Gava peyamên mirovan an jî peyamên hatî zêde berberlav bibe dê Whatsapp hejamara belavbûnê bibêje.

Bi vê yekê gotinek an jî nûçeyeke ku tê îdiakirin hebe dê bikarhêner çêtir bibînin.

Ligel peyamên beralîkirî dê bikarhênerên bernameyê hejmara parvekirinê bibîne.

Ji bo ku bikarhêner hejmarê bibîne divê pêlê peyama xwe an jî peyama beralîkirî bike û here agiyên peyamê.

Li vê perdeyê him dê rewşa peyamê him jî hejmara parvekirinê xûya bike.

Dîroka nûkirinê: 25 Adar 2019, 18:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE