TEKNOFESTa Mihrîcana Hewagerî, Feza û Teknolojiyê bi "TEKNOFEST Azerbeycanê" va dibe navneteweyî.
TEKNOFESTa ku Ajansa Anadoluyê (AA) Şirîkê wê yê Ragihandina Global e, wê cara ewil li dervayî welêt were kirin. Li Azerbeycanê lidarxistina TEKNOFESTê wekî nîşaneya dostanî, biratî û tifaqa stratejîk a navbera her du welatan girîng e.
"TEKNOFEST Azerbaycan" wê rêvebirina Tîma Teknolojiyê ya Tirkiyeyê (Weqfa T3yê), Wezareta Pêşketina Dîjîtal û Gîhandinê û Wezareta Sanayî û Teknolojiyê ya Komara Tirkiyeyê di 26-29ê gulanê da li Bakuyê were lidarxistin.
Di çarçoveya TEKNOFESTê da li Baku Crystal Hall û Parka Neteweyî ya Bûlwara Denîz Kenari 4 rojan çalakî wê werin lidarxistin.
Di mihrîcanê da ji Tirkiyeyê wezaretên Karên Navxweyî, Perwerdeya Neteweyî, GÎhandin û Binesaziyê, Serokatiya Sanayiya Parastinê ya Serokomariyê, ASELSAN, Baykar, HAVELSAN, ROKETSAN, STM, TEI, Sanayiya Hewagerî û Fezayê ya Tirk, Ajansa Fezayê ya Tirkiyeyê wê stantan vekin.
AA