Tirkiyeyê li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir

Wezîr Varank: "Ez mizginiyê didim, hevalên me wêne şandin. Me li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir."

Tirkiyeyê li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir

Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê Mustafa Varank got: "Ez mizginiyê didim, hevalên me yê wêne şandin. Me li Antartîkabaregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir."

Varank li Boluyê Standa Hilbijartinê ya Şaxên Ciwanan ziyaret kir.

Wezîr Varank li vir daxuyanî da û got ji ber xebatên hilbijartinê ew hatiye bajêr.

Varank anî ziman di hilbijartinên herêmî da qasî milyonek ciwanên nû wê cara ewil raya xwe bidin û wiha axivî: "Divê em xwe bigîhînin van ciwanên me. Him bi saya van standan û him jî bi ziyaretên malan va vîzyona me ya şaredariyê ji wan ra tê vegotin."

- "Me li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir"

Wezîr Varank got ew dixwaze li Boluyê mizginiyekê bide Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Projeyeke me ya em dixwazin li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ava bikin heye. Ev jî bi saya nerîna siyasetê ya vîzyoner a Serokomarê me hatiye diyarkirin. Zanyarên me seferên xwe yên 3yemîn ên zanistê ji bo Antartîkayê dikin. Ji bo ku em li Antartîkayê baregehekê ava bikin divê seferên zanistê bihatana kirin û paşê li wir xebatên avakirina baregehekê bihatana kirin. Ez mizginiyê didim, hevalên me wêne şandin. Me li Antartîkayê baregeha xwe ya zanistê ya berwext ava kir. Şanaziyeke mezin e. Alaya me, sancaxa me li wir ba dibe ku ev ji bo me şanazî ye. Di heman demê da ev pêvajoyeke pir zehmet e, em spasiya zanyarên xwe jî dikin. Çawa eziyet dîtine, çawa li ber ba û bahozê mane li ser telefonê ji min ra gotin. Înşallah ji bo welatê me li ser xêrê be."

Dîroka nûkirinê: 26 Çile 2019, 17:42
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE