Saziya Lêkolîna Teknolojî û Zanistê ya Türkiyeyê (TUBÎTAK) ji bo beşên cuda wezîfedar bike, wê tevahî 17 xebatkaran hilde kar.
Li gor îlana di Rojnameya Fermî da hat weşandin jê 2 şofêr, 4 karmend, 2 parastvan û 9 teknîsyen û teknîker tevahî 17 xebatkar wê bên girtin. Ev kes wê di bin banê Navenda Lêkolînên Teknolojiyên Pêşvaçûyî ya Ewlehiya Agahî û Bîlîşîmê ya TUBÎTAKê da bixebitin.
Serlêdan wê heta 24ê çileya paşîn dewam bikin. Kesên dixwazin der barê hurgiliyan da agahiyan hildin, dikarin malpera TUBÎTAKê (www.tubitak.gov.tr) û malpera Saziya Kar a Türkiyeyê (www.iskur.gov.tr) binihêrin.
Serlêdanên kar wê li ser malpera înternetê ya ÎŞKURê (https://esube.iskur.gov.tr) bên kirin.
AA