Wesayîta fezayê Chang'e 5 ya ku ji bo li ser rûyê hîvê perçeyan berhev bike Çînê şandibû fezayê gihîşte hîvê.
Ajansa nûçeyan a Çînê Chîna News Servîce (CNS) daxuyand wesayîta fezayê Chang'e 5 bi sekeftî li ser hîvê danî.
Wezîfeya Chang'e 5ê ew e ku li ser rûyê hîvê kolandinê bike, perçeyeke axê ya qasî 2 kîloyî bîne dinyayê. Heke ew bi serkeftî vê wezîfeyê bike di xebatên fezayê yên Çînê da pêşketineke girîng wê çêbibe.
4 modulên Chang'e 5ê di 24ê mijdarê da bi roketa Meşa Dirêj 5-Yyê va ji navenda Vînçangê hatibûn şandin.
Çînê di 2019an da 4 wesayîtên xwe yên robotîk daxistibû li ser rûyê tarî yê hîvê ku ew bûbû welatê ewil ê di vî warî da bi serket.
AA