Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) wêneyê Gola Vanê yê ku ji hêla peyka Gokturkê hat kişandin, parve kir.
Di parvekirina li ser hesabên Wezaretê yên medyaya civakî da wiha hat gotin, "Em carekê jî ji objektîfa Gokturkê ku çavê me yê li fezayê ye li Gola Vanê binihêrin ku çendek berê di pêşbirka NASAyê da bûbû yekemîn. Em ji fezayê silavê didin hemû hemşehriyên xwe yên Wanî."
Di pêşbirka NASAyê da bûbû yekemîn
Wêneyê Gola Vanê yê ji fezayê kişandî di pêşbaziya online a Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) ya bi navê "Turnuwaya Dinyayê" da bûbû yekemîn.AA