Di pêşbaziya wêneyan a online a bi navê "Turnûvaya Cîhanê" ku Ajansa Hewagerî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) li dar xistiye da wêneya Gola Wanê ya ku ji fezayê hatiye kişandin, derket fînalê.
Pêşbaziya wêneyan a online a bi navê "Turnûvaya Cîhanê" ji aliyê NASAyê va hat lidarxistin û îsal di 8ê adarê da bi 32 wêneyan hat pêşkêşkirin.
Di pêşbaziyê da wêneya Gola Wanê ya ku ji fezayê hatiye kişandin û wêneya bi sernava "Stêrkên Gerok" derketin fînalê.
Mirov dikare ji ser malpera fermî ya NASAyê "earthobservatory.nasa.gov/tournament-earth"ê deng bide. Li gor saeta herêmî ya Amerîkayê dengdayîn wê 12ê nîsanê saet 12.00î da kuta bibe.
Ji bo wêneya Gola Wanê ku derketiye fînalê, Emîne Erdogana jina Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum jî banga piştgiriyê kiribû.