Li Batmanê mamosteyên lîseyekê ji bo ku di dema şewba koronayê de mirov ji hev dûr bisekinin "mesafematîk" çêkirin. Wexta mirovek zêde nêzî cîhazê dibe, cîhaz bi deng, cirifîn û roniya sor hişyarî dide.
Di şewba koronayê de meseleyeke herî girîng jî ew e ku divê mirov ji hev dûr bisekinin.
Li Batmanê mamosteyên lîseyeke pîşesaziyê ji bo vê yekê cîhazeke bi navê "mesafematîk" çêkirin.
Wexta mirov nêzî vê cîhazê dibe, ew bi deng, cirifîn û roniya sor hişyarî dide.
Ev cîhaz li kargehan, saziyên kamûyê û li ciyên qelebalix dikare bê bikaranîn.
Ligel vê yekê mamosteyan prototîpa cîhaza ku kela bedena mirov dipîve jî çêkirin.