Pergalên xanî û erebeyên biaqil, amûrên malê yên teknolojîk û ensturmanên muzîkê yên balkêş…
Ev hemû xebat li navenda STEM’ê ji aliyê xwendekarên Siwêregî tên çêkirin.
Li vê navendê bi alîkariya mamosteyan him kodnivîsê hîn dibin him jî amûrên teknolojîk çêdikin.
Qeymeqamê Siwêregê Mustafa Çitçitler jî çû sedana navendê û mamoste û xwendekar pîroz kirin.