Li Uludereya navçeya Şırnakê li dibistana navîn a Üçtepeyê pola teknolojiyê hat vekirin. Ev pol ji bo dersa fen û fezayê, bi amûrên lêkolînê hat vekirin. Xwendekar wê êdî li vir fezayê kifş bikin.
Ji mîkroskobê heta teleskobê...Ji modelên bedena mirov heta modelên fezayê...Bi melzemeyên teknolojîk pola lêkolînê hat vekirin.
Li Uludereya navçeya Şırnakê xwendekar wê êdî fezayê kifş bikin. Bi amûrên teknolojîk wê bikaribin lêkolînan bikin.
Wezareta Perwerdeyê ji bo dibistana navîn a Üçtepeyê bi mesrefa 35 hezar lîreyî ev pol da vekirin.
80 xwendekarên dibistanê wê bi hêsanî ji vê polê sûd werbigrin.
Walî û rayedarên bajêr hatin merasîma vekirinê ya polê. Bi xwendekaran re eleqedar bûn.
Walî ji bo zarokan diyarî jî belav kirin.