Xwendekarên Lîseya Huner û Zanistê ya Elazığê firokeya bêpîlot çêkirin. Telebe, wê bi vê firokeyê di Teknofestê de beşdarî pêşbaziya İHA’yan a TÜBİTAKê bibin.
Perrên wê 140 santîm, giraniya wê jî 500 gram e. Dikare 24 kîlometreyan biçe.
Xwendekarên Lîseya Huner û Zanistê ya Elazığê, firokeya bêpîlot a bi navê Tuygun çêkir.
Wê bi vê firokeyê, di çarçoveya Teknofestê de beşdarî pêşbaziya firokeyên bêmirov a TÜBİTAK’ê bibin.
Pêşbazî di navbera lîseyan de, wê di navbera 15 û 27ê Îlonê de, li Gaziantepê bê lidarxistin.
Xwendekarên Elazığî wê di kategoriya ‘’Perrên sabît’’ de serî li pêşbaziyê bidin.
Hêviya wan ew e ku bi dereceyeke baş vegerin bajarên xwe.