Xwendekarên Batmanî dê beşdarî TEKNOFESTê bibin

Li Batmanê bi wesayita bi elektrîk a ku projeya wê çêkirin dê beşdarî TEKNOFESTê bibin

Xwendekarên Batmanî dê beşdarî TEKNOFESTê bibin

Li Batmanê xwendekarên lîseyê bi projeya wesayita bi elektrîk a ku amade kirine, mafê beşdarbûna TEKNOFESTê bi dest xistin.

Di pêşbirka wesayitên bi elektrîk de ya ku di çarçoveya Festîvala Asîmangerî, Feza û Teknolojiyê ya TEKNOFESTê di navbera lîseyan de tê lidarxistin, xwendekarên Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Salih Gunaydin ya Batmanê bi projeya wesayita bi elektrîkê ya bi navê "Gewhera Reş" bi serkeftî hilbijartin derbas kirin.

Mamosteyê Rêber ê berpirsê projeyê Bîlal Baran anî ziman ku di nava ji sedan projeyan de 41 proje hatin qebûlkirin û "Gewhera Reş" yek ji wan e.

Baran derbarê wesayita ku projeya wê çêkirine wiha got, "Me wesayita xwe bi awayekî wisa amadekiriye ku di warê enerjiyê de bi enerjiya ku tê nûkirin hatiye amadekirin. Ev wesayita elektrîkî dê veberdana karbonê bi awayekî ber biçav kêm bike. Armanca me ew e em bihêlin wesayita me bi kêmtirîn enerjiyê mesafeyaherî zêde biçe. Di wesayita me de herwiha pergalên ewlekariyê yên mekanîk û elektrîk elektronîk heye. Maliyeta wesayitê dê nêzîka 120 hezar lîre be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE