Xwendekarên şareza yên Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Murat Îşlerê ya Ercîşa Wanê pergaleke enerjiya tavê çêkir.
Ev cîhaz li gorî cîhazên din piçek cuda ye; lewra ew jî li gorî hereketa tavê tevdigere.
Di nav rojê de tav li kîjan alî bibe, cîhaz jî berê xwe dide wî alî.
Bi vî awayî cîhaz ji tavê zêdetir enerjîyê digire.
Mamoste û xwendekar dixwazin bi vê cîhazê beşdarî fûarên zanistê bibin û ji bo projeya xwe piştgiriyê bistînin.