YE'yê wê parvekirinên terorê ji ser înternetê rake

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo parvekirinên terorê yên li ser platformên înternetê yên mîna Google, Facebook û Twîtterê bên rakirin pêşniyaza verastkirinekê da.

YE'yê wê parvekirinên terorê ji ser înternetê rake

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo parvekirinên terorê yên li ser platformên înternetê yên mîna Google, Facebook û Twîtterê cih digirin, bi lez û bez bên rakirin pêşniyaza verastkirinekê da.

Serokê Komîsyona YEyê Jean-Claude Juncker di axaftina xwe da li ser rewşa Ewropayê sekinî û pêşniyaza ku ji bo rakirina naverokên terorê yên li ser platformên înternetê wê bi xwe ra rê û rêgezên nû bîne, eşkere kir.

Li gor naverokê dema ku meqamên rayedar ên welatên endam serî li paltformên înternetê bidin ew sazî (Google, Facebook, Twîtter û hwd...) divê wê naveroka der barê terorê da heta saetekê ji rûpel û weşanê rake.

Terîfkirina naverokên terorîstan divê bi awayekî zelal bê kirin û ji bo ku rê li weşandin û belavbûna naverokên terorê bê girtin jî divê platformên înternetê tewdîran hildin.

Hevkariya di navbera platformên înternetê, welatên endam û Europolê da wê bê xurtkirin. Di navbera platformên înternetê û welatên endam da ji bo ku bi şev û roj têkilî bê danîn wê cihên pêwendiyê bên kifşkirin.

Platformên înternetê piştî hişyarkirinê dema ku naverokên terorê ji ser malperên xwe ranekin welatên endam wê demê dikarin ceza li wan bibirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE