Şirketa YouTubeê daxuyand ji bo ku li Türkiyeyê nûnerekî qanûnî yê herêmî bê wezîfedarkirin pêvajoyê dest pê bike.
Di daxuyaniya Youtubeê da hat gotin şirket girîngiyê dide azadiya îfadeyê û xwe gihandina agahiyan, li welatên ku lê kar dike jî her tim hesas tevdigere ku guh bide qanûnên van welatan.
Di demeke nêzîk da bi qanûna hejmara wê 5651 e va ji bo platformên civakî berpirsyariyên nû hatin rojevê.
Di daxuyaniyê da hat gotin ev berpirsyarî ji hemû aliyan va hatin lêkolînkirin û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em dizanin Youtube li Türkiyeyê ji bo bikarhêneran û yên naverokan amade dikin çiqas girîng e. Em van xebatên xweser di Youtubeê da bi eleqeyekê va dişopînin. Bi vê hişmendiyê me biryar da ku li Türkiyeyê nûnerekî qanûnî yê herêmî yê li gor rêbazên Youtubeê tevbigere bê wezîfedarkirin. Me ev biryar bi rayedarên Türkiyeyê ra parve kir û em ji ber vê biryarê kêfxweş in.
AA