Li Zanîngeha Mûş Alparslanê xebatên ji bo teknofestê dewam dikin. xwendekar û mamosteyên fakûlteya mîmarî û endezyariyê bi navê şahî, roketek çêkirin. roketa şahiyê wê di 3 beşan de tevli pêşbaziyên teknofestê bibe.
Amadehiyên Zanîngeha Mûş Alparslanê yên ji bo TEKNOFESTê bi şev û roj dewam dikin.
Di laboratuvarên Fakûlteya Mîmarî û Endezyariyê de mamoste û xwendekaran bi navê ŞAHÎ roketek çêkir.
Ji bo xebatan ji 15 kesan 3 tîm hatin avakirin. Di nav van kesan de akdemîsyen, profesor, doçent û xwendekarên doktorayê hene.
Siltan Fatîh di Fetha Stenbolê de bi navê ŞAHÎ top çêkiribûn. Moşeka Zanîngeha Mûş Alparslanê jî ji van topan îlham girt.
Roketa Şahiyê di beşên İHA, robot û milê robotan de wê tevli pêşbaziyên TEKNOFESTê bibe.