Zanyaran cara ewil dîmena çalereşê parve kirin

Stêrknasên li Brüksel, Santiago, Şangay, Taipei û Tokyo'yê di heman demê de civîna çapemeniyê lidarxistin.

Zanyaran cara ewil dîmena çalereşê parve kirin

Zanyaran cara ewil agahiya gelek bi qîmet ya fezayê parve kirin. Ji sedsala 18an vir ve dihat meraqkirin. Cara ewil wêneya çalereşê hat weşandin.

Daxuyanî ji aliyê zanyarên stêrknas ên li cihên cûda yên cihanê hat dayîn.

Stêrknasên li Brüksel, Santiago, Şangay, Taipei û Tokyo'yê di heman demê de civîna çapemeniyê lidarxistin.

Di dîmenan de xuya dike ku li derdora wê gazeke spî ya germ heye. Her wiha derdora wê jî xaleke tirûncî heye.

Çalereşa ku hat qeydkirin di galaksiya wek M87ê tê zanîn û ji dinyayê 54 salên roniyê dur e.

Hecmê çalereşê ji rojê nêzî 65 milyar qat mezintir e.

Pisporan serkeftineke mezin bidestxist û pisporan diyar kir ku ev çalereş bi riyên normal nedihat dîtin.

Dîmen ji 8 cihan bi teleskobên radyoyê, frekasên radyoyên bi dehan caran hatin qeydkirin û bi vî awayî hat dîtin.

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:06
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE